Rûsye rexne li Netewên Yekgirtî dike

dibêje sê mehe li benda vîzeyê ne
کوردستان TV
100%

Peyvdara wezareta derve ya Rûsyeyê derbarê direng kirina pêdana vîzeya bi dîplomatên Rûsî yên ku dixwazên biçin Amerîkayê bo karûbarên Netewên Yekgirtî, rexne li NY dike.

Peyvdara wezareta derve ya NY Maria Zakharova eşkere kir ku Amerîka heta niha vîze nedaye wan dîplomatên Rûsî yên ku dixwazên bo beşdarî kirin di karûbarên NY de biçin New Yorkê.

Mariya Zakharova herwiha eşkere kir ku Amerîka bi zanebûn prosesa vîze danê paş dixe û NY jî li hember vê helwesta Amerîkayê bêdenge.

Zakharova eşkere kiriye ku Sekreterê giştî yê NY jî vê yekê dizane lêbelê çavên xwe ji Amerîkayê re girtiye.

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.