Perlemana Kurdistanê bersifeke tund da Rakan Cebûrî

dibêje sedema aloziyan Rakan Cebûrî bo xwe ye
کوردستان TV
100%

Îro komîteya deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê ya parlementoya Kurdistanê daxuyaniyek weşand û têde bersifa gotinên parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cebûrî da.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Rakan Cebûrî bi awayekî bê belge û nerast gotinên gelek şaş û beruvajî kiriye.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku kesek ji aliyê Bexdayê ve bi awayekî derqanûnî weke parêzgar hatibe sepandin, nikare biryar li ser çarenivîsa bajarekê weke bajarê Kerkûkê bide.

Komîteyê behsa vê yekê kiriye ku dema Kerkûk di kontrola hêzên pêşmerge de bû, ew bajar aramtirîn bajarê Îraqê bû, lê piştî bûyerên 16ê Cotmehê û sepandina Rakan Cebûrî rewşa vê bajarê bi temamî têk çûye û bi awayekî rojane êrîşî ser welatiyan bi taybetî welatiyên Kurd tê kirin, lê di dema desthilatdariya hêzên pêşmerge de, ewlekarî û mal û darayiya şêniyên Kerkûkê bêyî cudatî hatibû parastin.

Niha rewşa Kerkûkê aloze û sedema vê yekê jî îdareya şaş û biryarên şaş  yên Rakan Cebûrî û lawaziya hêzên çekdar yên li Kerkûkê ye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.