Artêşa Sûriyeyê xaleke çavdêrî ya artêşa Tirkiyeyê dorpêç kir

ev duyemîn xale ku tê dorpêçkirin
کوردستان TV
100%

Li gor navenda riwangeha mafên mirovan ya Sûriyeyê, di çarçoveya perasiyonên xwe de yên li dijî cîhadiyan li Îdlibê, artêşa Sûriyeyê bi piştgîriya asmanî ya Rûsyeyê pêşreviyên gelek zêde kiriye.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku artêşa Sûriyeyê xaleke çavdêrî ya leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê li bajarokê Sorman ya ser bi Îdlibê dorpêç kirine.

Ev xala dudiyan ya artêşa Tirkiyeyê ye ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye dorpêçkirin.

Tê gotin ku di wan rojên dawî de artêşa Sûriyeyê li derdorê Îdlibê zêdetir ji 20 gund û deverên curbicur ji destê cîhadiya Nusre rizgar kiriye.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.