Erdogan: Eger pêwîst be wê Tirkiyê piştgiriya leşkerî bo Lîbya zêde bike

dibêje em dikarên hêzên zêdetir bişînin
کوردستان TV
100%

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got eger pêwîst be wê Tirkiyê piştgiriya leşkerî ji bo hikûmeta Lîbî zêdetir bike.

li gor raporteka şarezayên Neteweyên Yekgirtî.Tirkiyê piştgiriya hikûmeta Fayêz el-Serraj dike û her çendî Neteweyên Yekgirtî embargo daniye ser şandina çekan bo Lîbya, lê Tirkiyê alavên leşkerî bo deverê şandine.

Duhê jî Serokê Tirkiyeyê got renge ew hêzan jî bişîne Lîbya eger hikûmet bixwaze.

Hêzên hikûmeta Terablosê, bi mehan e di şerî de ne li dijî hêzên Artêşa Niştimanî ya Lîbî ku Xelîfe Hefter serkirdayetiya wan dike.

Wezîrê berevaniya Tirkiyê Hulusi Akar got wê Tirkiyê li aliyê hikûmeta Lîbî raweste ta ku aştî û seqamgîrî û ewlekarî li wir bêne pêkanîn.

Voa

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.