Xwepîşanderên Îraqî berbijêr kirina Qosey Soheyîl red kirin

dibêjin ev ser bi Îranê ye
کوردستان TV
100%

Piştî hate gotin ku mimkune wezîrê xwendina bilind yê Îraqê Qosey Soheyîl bibe berbijêrê postê Serokwezîriya Îraqê, xwepîşanderên Îraqî nerazî bûna xwe diyar kirin.

Duhê li piraniya bajarên başûrê Îraqê li dijî berbijêr kirina Soheyîl xwepîşandan hate kirin û xwepîşander eşkere kirin ku Soheyîk ne keseke serbixwe ye belku ser bi Îranê ye lewre ev li dijî berbijêr kirina vî bo postê Serokwezîrtiyê ne.

Weke tê zanîn jiber xwepîşandanên Îraqê Serokwezîr Adil Ebdulmehdî meha derbasbûyî dev ji kar berda û heta niha kesek bo vê postê nehatiye berbijêrkirin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.