Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 zarokên DIŞIê radestî sefîr û nûnerê Fînlandiyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Jussi Tanner, kirin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê du zarokên fîlandî ku temenê wan jêrî 7 salî û bavê wan di nava DIŞI‘ê de hatin kuştin, radestî sefîr û nûnerê Fînlandiyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Jussi Tanner, kir.
Radestkirin li Daîreya Têkililyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li bajarê Qamişlo pêk hat.
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer û cîgirên wî, cîgira seroka Desteya Jinê Rûken Mele Îbrahîm, cîgira Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Qafûr û endama Buroya Têkiliyên Giştî ya YPJ‘ê Aytan Îsa amade bûn.
Ebdulkerîm Umer û Jussi Tanner belgeya radestkirin û wergirtina herdu zarokan îmze kirin.
Ebdulkerîm Umer bi navê Rêveberiya Xweser plaketek ku wêneyê Arîn Mîrkan li ser neqişandî pêşkêşî hikûmeta Fînlandayayê kir.
Bavê herdu zarokan tev li DIŞI‘ê bibûn û di şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kuştin.
Jussi Tanner spasiya Rêveberiya Xweser kir ji ber zarokên sêwî yên fînlandî vegerand û got: "Ez dixwazim balê bikşînim ser keda mezin a Hêzên Sûriya Demokratîk ku tevahî mirovî parast. Ev hêzaya cihê rêzdariyê ye. Her wiha bi serkeftina Rêveberiya Xweser û saziyên wê û keda ku dide matmayî me."
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 170 jin û 175 zarok radestî hikûmetên Fransa, Belçîka, Almanya, Hollanda, Siwêd, Brîtanya, Amerîka, Kazaxistan û Austriayayê kirin.
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin