Trump proje qanûna dorpêçên ser Tirkiyeyê îmze kir

vê abûriya Tirkiyeyê bikin hedef
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev Serokê Amerîkayê Donald Turmp proje bûdceya wezareta berevanî ya Amerîkayê yaku têde hatiye nivîsandin ku lazime jiber qirîza S400an dorpêç li ser Tirkiyeyê werin danîn, îmze kir.

Bi îmze kirina proje qanûna han, vê dorpêçên ser Tirkiyeyê jî hatin îmzekirin, ev di demekê de bû ku rayedarên Tirkiyeyê digotin Trump proje îmze nake.

Di projeya han de ne tenê jiber qirîza S400an dorpêç li ser Tirkiyeyê tên danîn belku her du projeyên veguhastina gaz û petrolê jî yên bi navê Kuzey Akım-2 ve Türk Akımî û kompaniyên ku di nava wan her du projeyan de kar dikin tên cezakirin.

Herwiha vê lêkolîn li ser darayiya Serokkomarê Tirkiyeyê, kesûkarên vî û çend wezîr û dezgehên fermî yên hikûmeta Tirkiyeyê were kirin û dest li ser darayiya wan were danîn.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.