Navendên sê aliyên siyasî hatin şewitanin

navendên wan bi temamî hatine şewitandin
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya xwepîşandanên heyî yên Îraqê de, duhê bi şev li bajarê Nasiriyeyê dîsa xwepîşandaneke girseyî hate lidarxistin.

Di xwepîşandanên duhê de xwepîşander êrîşî ser navendên partiya dava, Bedir û çekdarên Esayîbî Ehlîheq kirin û agir li wan berdan û ev navendên han şewitandin.

Hate zanîn ku ti zirareke canî ya agirberdanê nebûye lêbelê zirarên gelek mezin yên madî ber wan navendan ketine.

Weke tê zanîn di encama xwepîşandanên Îraqê de heta niha 497 welatî hatine kuştin û zêdetir ji 17 hezar kesan jî birîndar bûne.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.