Îro balefirên şer yên Tirkiyeyê çend deverên ser bi qontarên Qendîlê bi tondî topbaran kirin.
Di vê derbarê de Peyamnêrê Kurdistantvê yê li devera Pişderê diyar kirk u îro seat 1ê nîvroyê balefirên şer yên Tirkiyeyê deverên çiyayê Savên, her du gundên Sêweyis û Deştêwanê û Berî Mengoratî ya li qontarên Qendîlê bordiman kirine.
Peyamnêrê me eşkere kir ku heta dema amade kirina vê nûçeyê bordiman dom kiriye û derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin