Di nava şaredariya Raniyeyê de welatiyek agir li xwe berda

rêjeya şewatê ji sedî 50 zêdetire
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest îro pêncşem li bajarê Raniyeyê welatiyek bi navê Dilşad Salih bi mebesta stendina îzna çê kirina xanî li ser erdê zêdegavî, serdana şaredariya Raniyeyê kiriye.

Lêbelê şaredariya Raniyeyê rê nedaye Dilşad Salih daku li ser erdê zêdegavî ji xwe re xanî çê bike. Pişt re ew welatiyê han di nava şaredariyê de agir li xwe berdaye û xwe şewitandiye.

Jêder behsa vê yekê dikin ku rêjeya şewatê ji sedî 50ê zêdetire û niha li nexweşxaneyê Dilşad Salih tê dermankirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.