Li gor jêderên tabetî ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê, îsal jî li gel hatina demsala kom kirina berhemên zeytûna Efrînê, artêşa Tirkiye û cîhadiyên ku Efrîn dagîr kirine dîsa zeytûnên Efrînê dizîne.
Jêder behsa vê yekê dikin ku çekdarên artêşa Tirkiye û cîhadî bi zorê çekan zeytûnan ji şêniyên Efrînê didizin û ji xwe re dibin Tirkiyeyê.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku dahata Tirkiyeyê ji dizîna zeytûnên Efrînê zêdetir ji 50 miliyon dolare.
Par jî Tirkiye û cîhadî zeytûnên Efrînê dizî bûn û kesên ku zeytûnên xwe nedabûn Tirkiye û cîhadiyan dar zeytûnên wan hatine birîn û şewitandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin