Dengdana ser împîçkirina Trump îro dest pê dike

mimkune kongrês vê yekê qebûl neke
کوردستان TV
100%

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi ragihand ku dengdana ser împîçkirina Serok Donald Trump dê îro Çarşemê dest pê bike.

Nancy Pelosi diyar kir ku Civata Nûneran dê yek ji karên xwe yên herî girîng bike û bang li hemî endamên civatê kir ku li ser sonda xwe bisekinin û berevaniya qanûna bingehîn ya Amerîkî bikin.

Nancy Pelosi got : Li Amerîka, ti kes ne di ser qanûnan re ye.

Trump do Sêşemê bo Xanim Pelosi nameyeke bi şeş rûpel nivîsî bû.

Trump di nameyê de diyar kiribû ku Demokrat zararê didin demokrasîya Amerîka û îdia kiribû ku peyvajoya împîçkirinê ‘’hewildaneke darbeyê’’ ye.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.