Brîtanya daxwaza Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dike

piştîvaniya Brîtanyayê bo Kurdistanê berdewam dibe
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê li gel balyozê nû yê Brîtanyayê civiya û piştî civînê jî ser pêgeha xwe ya fermî Serokwezîr derbarê civînê de wesa nivîsandiye;

Îro sêşem 17/12/2019 me pêşwaziya Balyozê nû yê Britanyayê yê li Îraqê Stephen Hickey kir.

Di civînê de me pîrozbayî li Hickey kir û di pîwerdariya nû de hêviya serkeftinê jê re xwest.

Ji aliyê xwe ve balyozê Britanyayê piştgîriya xwe bo pêngavên hikûmeta herêma Kurdistanê yên bo reforman diyar kir û balkêşande ser amadebûna welatê xwe ya bo pêşde birina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê. Bi taybetî bo handana kompaniyên Brîtanî bo hêlbirîna zêdetir li herêma Kurdistanê de.

Hickey piştîvaniya xwe bo rêkeftina navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî ya derbarê bûdceya 2020an diyar kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.