Îro Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya balyozê nû yê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hickey kir.
Di destpêka civînê de Serok Barzanî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî balyozê nû yê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hickey kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî û Stephen Hickey behsa rewşa siyasiya Îraqê, kêşeyên li berdem prosesa siyasiya Îraqê, daxwazên xwepîşanderan û dilgiraniyên heyî yên li hember çê bûna boşatiya îdarî û siyasî li Îraqê de kirin.
Di berdewamiya civînê de behsa têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Brîtanyayê hate kirin û balyozê Brîtanyayê diyar kir ku welatê vî daxwaza Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dike.
Rewşa Sûriyeyê û metirsiyên dubare derketina DIŞIê mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin