Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Îranê yê li Hewlêrê Nesrulah Reşnûdî kir û pîrozbayiyên xwe pêşkêşî vî kir û hêviya serkeftinê jî re xwest.
Di civînê de behsa rewşa giştî ya deverê, rewşa Îraqê, xwepîşandanên Îraqê û têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Îranê hate kirin.
Herwiha giftûgo li ser kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê û diyaloga heyî ya di navbera her du aliyan de ya bo çareser kirina kêşeyên heyî jî hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin