8 terorîstên DIŞIê li Selahedînê hatin kuştin

çend endamên hêzên leşkerî jî birîndar bûne
کوردستان TV
100%

Çavkaniyek ji artêşa Îraqê diyar kir ku di encama operasiyoneke hêzên ewlekarî yên Îraqê de li dijî terorîstên DIŞIê li parêzgeha Selahdînê 8 çekdarên DIŞI hatine kuştin.

Jêderê han diyar kir ku, ev du roje hêzên ewlekarî yên Îraqê li Rojavayê qezaya Samêrayê ya ser bi parêzgeha Selahdênê operasiyonên xwe li dijî terorîstên DIŞIê dane destpêkirin û di encam de 8 terorîstên DIŞIê hatine kuştin.

Heman jêder diyar kir ku di operasiyonan de du encamên hêzên ewlekarî yên Îraqê jî birîndar bûne.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.