Wezîrê berevanî yê Amerîkayê Mark Esper ragihand hijmareke zêde leşkerên Amerîkî li Rojhilata Navîn de hatine bicîhkirin.
Esper di gotara xwe de yaku li berdem komîteya xizmetên leşkerî ya Kongrêsê pêşkêş kiriye ragihandiye ku ji Adara 2019an heta niha Amerîka bi giştî 14 hezar leşkerên xwe şandiye Rojhilata Navîn.
Esper diyar kiriye ku hewlên Îranê yên li dijî aramiya deverê zêde bûne bi taybetî li Siûdiye, Yemen, Libnan û Îraqê, lewre pêdivî bû ku Amerîka jî berevanî ji hevpeymanên xwe yên li deverê de bike jiber vê yekê 14 hezar leşker hatine şandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin