Qesra Spî: Trump Rûsya ser mayte kirina hilbijartinê hişyar kir

duhê li gel Trump civiya bû
کوردستان TV
100%

Qesra Spî ser hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de de hat diyar kirin ku Wezîrê Derve Mike Pompeo û hevtayê wî yê Rûs Lavrov Trump ser peywendiyên dawî yên Amerîka û Rûsya agahdar kirine.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Trump, Rûsya ser hewildana maytekirina li hilbijartina Amerîka hişyar kir û ji Rûsya xwest ku girjîya bi Ukrayna re çareser bike.

Li gor daxuyaniyê, Trump bo astengkirina pêşveçûna çekên navokî yên Îranê û pûçkirina çekên navokî yên Koreya Bakur ji Rûsya piştgirî xwestiye.

Qesira Sipî dide zanîn ku di hevdîtinê de guherandina hemwelatîyên girtî û bazirganîya bi Çînê re jî hatiye axifîn.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.