Îran welatiyên xwe agehdar dike

dibêje nizîkatiyên gelek şaş li hember welatiyên Îranî tên kirin
کوردستان TV
100%

Wezareta derve ya Îranê daxuyaniyek weşandiye û têde welatiyên xwe agahdar kiriye daku serdana Amerîkayê nekin.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Îranê de hatiye diyarkirin ku welatiyên Îranî li Amerîkayê bi awayekî kefî tên binçavkirin û demeke dirêj di bin çavan de dibin û rastî nizîkatiyên şaş tên.

Di daxuyaniya han de bi taybetî mamoste, zana , akademîseyên û rayedarên Îranî hatine  huşiyarkirin û ji wan re hatiye gotin heta gelek pêwîst nebe serdana Amerîkayê nekin.

Hêjayê gotinê ye di destpêka vê hefteyê de di navbera Îran û Amerîkayê de welatiyên girtî hatibûn guhertin û Îran welatiyeke Amerîkî azad kir û li hember de jî Amerîka welatiyeke Îranî azad kiribû.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.