HDP: Zêdetirî 21 hezar HDPyî hatine desteserkirin û girtin

dibêje rojane çend endamên HDPê tên girtin
کوردستان TV
100%

 Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku, ji 2015an ve, di operasyonên li dijî partî û pêkhateyên wê de, 15 hezar û 530 HDPyî hatine desteserkirin, di nav de 750 endam û rêveber bi giştî 6 hezar kes jî hatine girtin.

Komisyona Mafê Mirovan yê HDPê, bi boneya Roja Mafê Mirovan Cîhanî, rapora xwe ya 2019an derbarê binpêkirinên mafên mirovî de eşkere kir.

Li gor raporê, ji 2019an û vir ve, bi kêmanî, hezar û 670 endam û rêveberên HDPê hatine desteserkirin, 200 kes jê hatine girtin. Ji 2015an ve jî, 15 hezar û 530 HDPyî hatine desteserkirin, di nav de 750 endam û rêveber, bi giştî 6 hezar  kes jî hatine girtin.

Herwiha rapor dide zanîn ku, ji meha Tîrmeha 2016an û heta niha 10 hezar 719 kes ji partiyê hatine desteserkirin û 2 hezar 251 kes jê hatine girtin.

Li gel vê yekê di derbarê qeyûman de, di raporê de tê gotin ku 19ê Tebaxa 2019an qeyûm bo şaradariyên HDPê yên bajarên mezin Amed, Merdîn û Wanê yên Bakurê Kurdistanê qeyûm hatin erkdarkirin û bi giştî jî ji meha Kanûnê û vir ve 17 hevserokên şaredariyên wê partiyê hatine girtin.

PeyamaKurd

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.