Şandeyek ji meclis û şêniyên kantona Girê Spî bi fermandarên leşkerî yên rûsî re civiyan. Şandeyê nameyek û daxwazên koçberên kantonê radestî aliyên rûsî kirin.
Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid navaroka civîna wan bi fermandarên Rûsyayê re ya li bargeha Rûsyayê li Eyn Îsayê pêk hatibş eşkere kir.
Şande ji hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid û Hêvîn Îsmaîl tevî nûnerên şêniyên kantonê pêk hat.
Hemîd El-Ebid diyar kir ku armanca wan a hevîtina bi serbazên Rûsya re ew bû ku dengê koçberên herêmên dagirkirî bighînin hikumeta Rûsyayê.
El-Ebid destnîşan kir ku wan di nameya xwe de xwestin ku gereke dagirkerî û binpêkirinên li herêmên dagirkirî were rawestandin. Her wiha teqezî li ser girîngiya pêkanîna agirbestê û vekirina rêya navdewletî M4 ji bo sivîlan û misogerkirina vegera ewle ya şêniyan li warê xwe kirin.
El-Ebid da zanîn ku rusan gotin daxwazên wan rewa ne û hêzên rûsî wê garantora lihevkirinên bi aliyê Tirk re be.
Hemîd El-Ebid encamên civînê û bersiva rusan a ji nameya wan re erênî wesifand û got: "Encam erênî bûn û wê bi awayekî piratîk bi rêya vekişandina çeteyan û destkerê wan Tirkiyê heya 3 km li bakurê rêya navdewletî pêk were."
El-Ebid wiha domand: "Ji bo misogerkirina vekişîna Tirkiyê û ewlehiya rêya ji Eyn Îsa heta Til Temirê wê dewriyên rûsî li ser rêya navdewletî werin meşandin."
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin