Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê dezgeha îstîxbaratiya Îranê ( Îtlaat) bo azad kirina welatiyekî Kurd daxwaza 50 miliyon tomen ( 50 hezar dolar) ji malbeta vî kiriye.
Jêder behsa vê yekê dikin ku Şêrko Kerîmî ku şêniyên bajarê Seqizê ye di dema xwepîşandanên li Îranê de ji aliyê îtlaatê ve hatiye girtin.
Piştî çend rojan lêpirsîn û eşkence kirine derketiye ku ti tawaneke Şêrko tuneye lê îtlaat naxwaze vî azad bike û ji malbeta vî re gotiye eger hun dixwazên Şêrko were azadkirin lazime 50 hezar dolar bixin ser hesaba bankî ya îtlaatê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin