Civînên navbera Amerîka û çekdarên Talibanê yên bo giftûgo kirin li ser prosesa aştî û çareseriyê li Efxanistanê, piştî 3 meh careke din destpê kirin.
Li gor jêderên nûçeyan civînên navbera Amerîka û Talibanê vê carê li Qeterê destpê kirine.
Ev civînên han bi miyancîgeriya Qeterê li Doheyê dîsa destpê kirine.
Ji bilî rayedarên Amerîkî û çekdarên Talibanê, nûnerê hikûmeta Efxanistanê jî di civînan de beşdare.
Armanc wan ji wan civînan domandina diyaloga berê ya lid or çawetiya çareser kirina kêşeya Efxanistanê û destpê kirina prosesa aştî û diyalogê ya di navbera hikûmet û çekdarên Talibanê deye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin