Falih Feyaz: Nabe heşda şebî nêzî wan deveran be

tê gotin komên ser bi heşda şebî êrîş pêk anîne
کوردستان TV
100%

Piştî bûyerên êrîş kirine ser xwepîşanderên Bexdayê ji aliyê çekdarên nenas ve ku di encam de herî kêm 20 xwepîşander hatibûn kuştin, Serokê giştî yê komîteya Serokatiya heşda şebî Falih Feyaz fermanek ji çekdarên heşda şebî re şand.

Di fermanê de Feyaz eşkere kiriye ku nabe bi ti awayî çekdarên heşda şebî nêzî wan deveran bibin ku xwepîşandan li hene.

Li gor hin jêderan êrîşa ku şeva înê li dijî xwepîşanderan hatiye kirin ji aliyê çekdarên Esayêb Ehlîqeh û çekdarên hizbulahê ve hatine kirin ku her du ji wan jî balên heşda şebîne.

Di encama xwepîşandanên heyî yên li Bexda û bajarên din yên başûr û naverastê Îraqê de heta niha zêdetir ji 500 kesan hatine kuştin.

 

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.