Tirkiye dev ji xetên xwe yên sor berdaye

Tirkiye bêmerc pilana NATO qebûl kir
کوردستان TV
100%

Duhê civîna NATO li Londonê hate lidarxistin, beriya civînê Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ragihandibû ku eger NATO YPGê weke terorîst qebûl neke û li Bakûrê Sûriyeyê piştgîriya Tirkiyeyê neke, vê demê Tirkiye pilana NATO ya bo ewlekariya welatên Baltîk nepejrîne û pilanê veto bike.

Lêbelê jêder behsa vê yekê dikin ku Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ku rojek beriya civînê gotibû, mijara YPGê bo me xeta sore û ev dev jê bernadin, di civîna çar alî ya li gel Franse, Almanya û Brîtanyayê de huşdarî bi Erdogan hatiye dayîn û Erdogan neçar bûye dev ji xeta sor ya Tirkiyeyê berde.

Pişt re di civîna NATOyê de jî Erdogan xwestiye mijara YPGê bike rojev lêbelê rê nedane Erdogan û Erdogan jî neçar bûye ku pilana NATO  ya bo welatên Baltîk bêyî merc bipejrîne.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.