Îran bi nihênî mûşekên xwe bo Îraqê veguhastiye

îstîxbarata Amerîkayê ev yek eşkere kiriye
کوردستان TV
100%

Rojnameya New York Tames ya Amerîkî raportek belav kir û dibêje Îran çek û mûşekên xwe bi awayekî nihênî bo nava axa Îraqê veguhastiye.

NT behsa vê yekê kiriye û dezgeha îstîxbaratî ya Amerîkayê li gor dêmenên ku ji esmanê hatine girtin ev yek keşif kiriye ku di nava Îranê de di warê leşkerî de liv û tevgerên berçav hatine dîtin.

Îstîxbarata Amerîkayê behsa vê yekê kiriye û dêmenên tomarkirî ev yek bi zelalî eşkere dikin ku Îran bi nihênî çek û mûşekên gelek zêde bo nava Îraqê veguhastiye.

Amerîka fikarên xwe hene û dibêje ku mimkune Îran amadekarî bo êrîş kirine ser hêzên Amerîkî li deverê de bike.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.