Êrîşî navenda Eyn Esed hate kirin

ev navend mezintirîn navenda leşkerî ya Amerîkayê ye
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev bi mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Amerîkayê li parêzgeha Enbarê hate kirin.

Li gor jêderên ewlekarî duhê bi şev çekdarên nenas bi mûşekan êrîşî navenda leşkerî ya hêzên Amerîkî ya li parêzgeha Enbarê kirine.

Navenda leşkerî ya Eyn Esed ku li Rojavayê Enbarê ye mezintirîn navenda leşkerî ya hêzên Amerîkî li Îraqê ye.

Hîn jî ti zaniyarî derbarê zirarên êrîşên han de nehatine belavkirin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.