Çalakvana Kurd ya bi navê Zara Mihemedî û endama civata çandî û civakiya navenda Nûjînê ye, beriya 6 mehan ji aliyê îtlaata rejîmê ve hatibû girtin.
Jêder ji Rojhilatê Kurdistanê behsa vê yekê dikin ku duhê Zara Mihemedî bi danîna kefaletek bi buhayê 700 miliyon toman (nêzî 70 hezar dolar) bi awayekî demkî hatiye azadkirin.
Li gor zaniyariyên berdest hêzên rejîma Îranê tawana endamtî di nava partiyeke Kurdî de dane ser Mihemedî û boku ev yek qebûl bike gelek eşkence li Mihemedî hatiye kirin. Herwiha Mihemedî bi qasî 5 mehan di nava girtîgeheke taybetî ya takekesî de bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin