Amerîka bi tundî hayedarî da Tirkiyeyê

dibêje YPG ne terorîste belku dijî terorê ye
کوردستان TV
100%

Biryare îro li Londonê civîna NATOyê were lidarxistin û yek ji wan mijaran ku di civînê de nîqaş li ser were kirin, helwesta Tirkiyeyê ya li dijî pilana NATOyê ya bo berevanî kirin ji welatên Baltîke.

Tirkiye beriya niha gotibû jiber ku welatên endam di NATOyê de piştgîrî nadin operasiyona Tirkiyeyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û YPG weke terorîs pênase nakin, emê li dijî pilana ewlekarî ya NATOyê ya li welatên Baltîk bisekinin.

Duhê bişev wezîrê berevanî yê Amerîkayê Mark Esper hayedarî daye Tirkiyeyê û gotiye nabe Tirkiye li dijî pilana hana bisekine û ji çarçoveya NATO derkeve.

Esper herwiha eşkere kir ku welatên din yên NATO gotinên Tirkiyeyê yên derbarê hebûna metirsî bo ser Tirkiyeyê qebûl nekin û bi ti awayî YPG jiber Tirkiyeyê weke tevgereke terorîstî bilêv nekin.

Esper got; Em ya endamên din  yên NATO ne neçarin ku weke Tirkiyeyê bihizrin û tiştên ku Tirkiye dibêje gefên weke gef wan qebûl bikin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.