Daxwaza ceza kirina Tirkiyeyê tê kirin

dibêje lazime qanûn werin cîhbicîhkirin
کوردستان TV
100%

Du Senatorên Amerîkî yên ji partiya komariyan nameyek bo wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo nivîsandine û di nameyê de daxwaz kirine daku ji Serokê Amerîkayê re bêje dema pejrandina dorpêçên ser Tirkiyeyê hatiye.

Ev her du Senator, Lendsey Graham û Von Hollen nivîsandiye ku jiber qirîza S400an yaku Tirkiye naxwaze çareser bibe, Tirkiye pişt li Amerîka û welatên Rojavayî kiriye û xwe nêzî Rûsyeyê kiriye jiber vê yekê lazime Amerîka dorpêçên giran li ser Tirkiyeyê deyne.

Ev her du Senator behsa vê yekê kirine ku sebira Amerîkayê nemaye û lazime Amerîka qanûnan cîhbicîh bike û Tirkiye ceza bike.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.