MSD: Armanca komkujiyê tirsandin, koçberkirin û guhertina demografî ye

dibêje Tirkiye dixwaze xelk bitirse daku ji deverê derbikeve
کوردستان TV
100%

MSD‘ê komkujiya li Til Rifatê şermezar kir û got: "Armanca komkujiyê tirsandin û koçberkirina şêniyan e, di heman demê de berdewamkirina guhertina demografiyê û qirkirina etnîkî ye."

Meclisa Sûriye Demokratîk têkildarî komkujiya li navçeya Til Rifat a Şehbayê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîbû daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî rêze êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve û pêkanîna komkujiyan li dijî niştecihên wê ku li lîsteya hikûmeta AKP‘ê ya bi komkujiyan dagirkirî zêde dibe, îro 2‘ê Kanûna 2019‘an komkujiyeke din pêk anîn, di encamê de 9 sivîl şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn, piraniya wan zarok in.

Em Meclisa Sûriye Demokratîk vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin ku li lîsteya komkujiyên ji aliyê AKP‘ê li dijî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin, zêde dibe. Ev Sûc careke din ji cîhanê re piştrast dike ku li gel Tirkiyê projeyeke mezin a dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ev komkujî di demekê de ku hewldanên civaka navdewletî yên ji bo çareserkirina aloziyê Sûriyê li gorî biryarên navdewletî hene, tê. Der barê herêma ewle ya ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide ava bike de, tu têkiliyên wê bi ewlehî û aramiyê tine ye, lê belê ji bo lêgerîna li herêmekê ye ku di rêya de kuştin, wêrankirina û xurtkirina dagirkirina pêk bîne. Armanc ji vê komkujiyê tirsandina şêniyan e da ku koçber bibin, di encamê de projeya xwe ya guhertina demografyayê herêmê û qirkirina etnîkî bidomîne.

Em bang li civaka navdewletî û dewletên koalîsyonê, federasyona Rûsyê dikin ku mîna van kiryarên sûcdar ên li dijî gelê me şermezar bikin û zextê li hikûmeta AKP‘ê bike ku êrişên xwe rawestîne. Her wiha em bang li gelê xwe dikin ku dest bidin hev û li dijî êrişên ser hemû pêkhateyên me rawestin. Em bang li hikûmeta Sûriyê û hêzên Rûsya yên li herêmê dikin ku tedbîrên pêwîst bigirin da ku nehêle mîna van kiryaran çênebin û ji bo çareserkirina siyasî li Sûriyê ya dûrî ejnîdeyên derve bi hemû aliyan re bixebite."

Anha

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.