Rejîm daxwaza pereyan ji malbetên kuştiyan dike

ev kesên han di xwepîşandanên Îranê de hatibûn kuştin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê rejîma Îranê bo radest kirina termê wan kesan ku di xwepîşandanên Îranê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin daxwaza pereyan ji malbetên wan dike.

Jêder behsa vê yekê dikin ku rejîm li hin bajaran daxwaza 40 miliyon toman( 40 hezar dolar) û li hin bajaran jî daxwaza 7 miliyon toman (70 hezar dolar) ji malbetên kuştiyan dike.

Her di vê çarçoveyê de duhê malbeta ciwanê Kurd yê bi navê Muhsên Keremîniya serdana nûjdariya dadî ya Kirmaşanê kiriye daku termê korê xwe verbigire lêbelê rayedarên nûjdariya dadî ji wan re gotine lazime 70 hezar dolar bidin daku termê korê we ji we re were radestkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.