Serok Barzanî pêşwaziya Îsmaîl Beşikçî kir

behsa kar û çalakiyên weqfa Beşikcî hate kirin
کوردستان TV
100%

îro Serok Barzanî pêşwaziya dostê Kurd û civaknas û zanayê navdarê Tirk, Dr Îsmaîl Beşikçî û şandekî li gel kir ku ji Endamên Weqfa Beşîkçî li Herêma Kurdistanê pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî spasî helwesta Îsmaîl Beşikçî ya li ser doza rewa ya gelê Kurdistanê kir û pêzanînên xwe ji bo bîr û raman û çalakiyên wî yên ji bo piştevanî kirina daxwaz û mafên xelkê Kurdistanê hebû û bi dostekî mezinê gelê Kurd wesif kir.

Herwiha ji bilî pirsiyarkirina rewşa tendirustiyê hêviya selametî û temendirêjiyê ji bo wî xwest.

Di beşekî din ya vê hevdîtinê de Îsmaîl Beşikçî bîr û nêrîna xwe ya di derbarê rewşa niha ya navçeyê û gef û metirsiyên li pêş gelê Kurdistanê bi Serok Barzanî ragihand û daxwaz jî kir serkirdayetiya siyasiya Kurd bi hûrî û hişyariyê ve muamele li gel pêşhatan de bikin.

Di dawiya civînê de jî giftûgo li ser bername, kar û çalakiyên weqfa Beşikçî jî hate kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.