Mesrûr Barzanî û Çavuşoglu li Enqerê civiyan

piştî civînê vê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê jî bicive
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku bi serdaneke fermî li Enqerê ye, bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re hevdîtin pêk anî.

Piştî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihîşt Enqerê, beriya kêliyekê ji aliyê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ve hate pêşwazîkirin û civîna navbera herdu aliyan dest pê kir.

Di pêşwaziya Mesrûr Barzanî de ku ew cara yekê ye weke Serokwezîrê Kurdistanê serdana Tirkiyê dike, Ala Kurdistanê hatiye danîn.

Biryar e piştî civînê, Mesrûr Barzanî û Mevlut Çavuşoglu konferanseke rojnamevanî ya hevbeş lidar bixin.

Di çarçoveya serdana xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re jî hevdîtinê bike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.