Donald Tusk: Trump bo belavbûna Yekîtiya Ewrûpa dia dike

dibêje Trump dixwaze yekîtiya Ewrûpayê were hilweşandin
کوردستان TV
100%

Serokê Konseya Yekîtiya Ewrûpa (YE) Donald Tusk diyar kir ku Serokê Amerîka Donald Trump yek ji testên herî zor yê YE pê re rû bi rû maye ye.

Tusk îdia kir ku Trump bo belavbûna YE’ê ‘’dia dike’’

Donald Trump, ku jiber veqetîna Brîtanya ji YE’ê kêfxweşiya xwe ragihandibû, YE’ê bo bazirganîyê wek hevrikekî dibîne û ser NATO jî fikarên xwe dibêje.

Donald Tusk ji Kovara Die Zeit ya Alman re got ku di dîrokê de ew cara pêşî ye ku serokekî Amerîka bi awayekî eşkere dijî yekîtîya Ewrûpa ye.

Tusk got: (Trump) piştgirîyê dide Brexitê û bo yekîtî belav bibe dia dike.

Wî da zanîn ku Trump dixwaze ku yekîtiyê belav bike û ew yek ji rewşên zor yên YE’ê ye.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.