Mike Pompeo: Tirkiye bi bikar anîna S-400 fikaran çêdike

dibêje me ji wan re gotiye nabe S400an bikar bînin
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo diyar kir ku Tirkiye bi karanîna sîstema berevanî ya Rûs ya S-400 fikaran çêdike.

Li gor nûçeyeke voayê Pompeo di preskonferanseke li Washingtonê de ji rojnamevanan re da zanîn ku Washingtonê ji Enqerê re bi awayekî eşkere gotiye ku ji bikaranîna S-400 ya Rûs dûr bikevin.

Pompeo got: Em hêvîdar in, bi Tirkan re danûstandinê dikin û hewil didin ku çareseriyekê bibînin.

Wî da zanîn ku karbidestên Amerîkî û Tirk bo çareseriyê danûstandinê dikin.

Karbidestên Tirk didin zanîn ku wan ser bikar ne anîna S-400 soz nedaye ti kesî.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.