Serokerkanê artêşa Amerîkayê gehêşte Bexdayê

beriya Îraqê serdana Siûdiyeyê kiribû
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Rojhilata Navîn de, îro Serokerkanê artêşa Amerîkayê Mark Alexander Milley piştî serdana xwe ya bo Siûdiyeyê, serdana Bexdayê jî kir.

Milley li Bexdayê ji aliyê rayedarên Îraqê ve hate pêşwazîkirin û tê payîn ku di civînên xwe yên li gel rayedarên Îraqê de li ser çend pirsên girîng yên weke destwerdanî kirina Îranê di nava karûbarên welatên deverê de giftûgo were kirin.

Milley beriya serdana xwe bo Rojhilata Navîn gotibû ku Îran bi awayekî dojminkarane li hember welatên cîran tevdigere.

Tê zanîn ku hefteya derbasbûyî Cîgirê Serokê Amerîkayê serdana Hewlêrê kir û serî li leşkerên Amerîkî yên li devera Enbarê jî dabû lêbelê neçûbû Bexdayê.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.