Serokwezîrê herêma Kurdistanê li gel şandeke ser bi wezareta berevanî ya Amerîkayê civiya û derbarê naveroka civînê de Serokwezîr li ser pêgeha xwe ya fermî wisa nivîsandiye;
Îro duşem 25ê Mijdara 2019an di civînekê de li gel Şêwirmendê wezîrê berevanî yê Amerîkayê yê bo karûbarên siyas John Charles Rood, me tekez li ser vê yekê kir ku herêma Kurdistanê weke faktereke aramiya ewlekariyê li deverê de rola xwe dilîze.
Ji aliyê xwe xwe ve Şêwirmendê wezîrê berevanî yê Amerîkayê John Charles Rood, pêbend bûna Amerîkayê bi piştgîrî kirina herêma Kurdistanê diyar kir û tekez li ser domandina hevkariyên bo hêzên pêşmerge û giringî hemahengiya di navbera hêzênpêşmerge û hêzên Îraqî kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin