Serokwezîrê herêma Kurdistanê serdana navendeke parastina jinan li Hewlêrê kir û derbarê serdanê de li ser pêgeha xwe ya fermî wisa nivîsandiye;
Îro duşem 25ê Mijdara 2019an di roja cîhaniya nehêştina tundiya dijî jinan de me serdana yek ji navendên parastina jinan li bajarê Hewlêrê kir û serî li beşên curbicur yên vê navendê da.
Me guhdariya daxwazên wan kir û saziyên hikûmetê jî pîwerdar kir daku pêdiviyên wan bicîh bînin.
Me ragihand ku em dixwazin civaka me ji her cure tundiyek dûr be û jin jî ne tenê parastî bin, belku tevahiya mafên jiyan û xwe pêgehandinê yên wanjî parastî bin, lazime jin jî weke her takeke civakê xudan mafê jiyaneke tendirost di nava civakeke tendirost de bin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin