Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, îro danê sibê şanda hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê li gel şanda hikûmeta fedral civiya.
Di civînê de vê giftûgoyên dawî li ser mijarên bûdceya Kurdistanê û petrolê were kirin û rêkeftin were îmzekirin.
Hefteya derbasbûyî şanda Kurdistanî serdana Bexdayê kiribû û li gel aliyên têkildar civiya bû û li ser mijarên han lihev kiribûn.
Herwiha duhê jî Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şanda Kurdistanî yaku serdana Bexdayê kiribû û îro dîsa li Bexdayê ye civiya bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin