Îro Şemiyê 23ê Mijdarê Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence serdana Hewlêrê kir û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Di civînekê de ku Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirên Serokê herêmê û Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê jî têdebeşdar bûn behsa çend mijaran hatekirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “Ez li ser navê gelê Herêma Kurdistanê û hemû pêkhateyên li vê derê dijîn ji bo hevkariya Amerîkayê spasiya xwe pêşkeş dikim. Eger piştgiriya Amerîkayê neba, rewş dê ne weke niha ba. Em spasiya we dikin ku ew piştgiriya han da Iraq û Herêma Kurdistanê.
Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî destxweşî li Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û got ku hêvî dikin ku ligel Amerîkayê di her warî de peywendiyên wan bihêztir bibin.
Barzanî dibêje: “Mike Pence di serdana xwe de tekezî li ser dostanî û hevkariyame ya stratejîk a bihêz kir. Min dubara spasiya xwe bo Amerîkayê kir ku di heyamên dijwar de piştgiriya Herêma Kurdistanê kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin