Mesrûr Barzanî: Dawî bi DIŞIê nehatiye

dibêje hine ji kêşeyên heyî xudan dîrokeke dûr û dirêjin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro beşdarî di komcivîna aştî û ewlekariya Rojhilata Navîn kir.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê di vê komcivînê de gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser çend xalan.

Serokwezîrê Kurdistanê derbarê DIŞIê de diyar kir ku raste di warê leşkerî de dawî bi DIŞIê hatiye anîn lêbelê di warê hizrî de hîn jî DIŞI maye û metirsiye bo ser ewlekariya deverê.

Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku sedemên serhildana terorê nehatiye çareserkirin lewre lazime beriya her tiştekê ev sedemên han werin jinavbirin.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku beşek ji kêşeyên heyî yên li Rojhilata Navîn xudan dîrokeke dûr û dirêjin û hîn jî bo çareser kirina sedemên wan kêşeyan gav nehatine avêtin jiber vê yekê niha rewşa deverê di warê siyasî, abûrî û civakî de rastî kêşeyan dibe û lazwaz bûna rewşa siyasî, abûrî û civakî dibe sedema zêdetir bûna nakokiyan û nakokî jî dibin sedema çê bûna pevçûnên curbicur û di encam de xelk aware û koçber dibe.

Derbarê rewşa Îraqê de jî Mesrûr Barzanî behsa vê yekê kir ku 16 sale destûra bingehîn ya Îraqê bi qebûl kirina tevahiya aliyan hatiye amadekirin lêbelê nehatiye cîhbicîh kirin û beşeke gelek mezin ji kêşeyên îro yên Îraqê jiber cîhbicîh nekirina destûrê çê bûne.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.