Nêçîrvan Barzanî: Jiber eqiliyeta heyî kêşe nayên çareserkirin

dibêje çareser kirina kêşeya Kurd xizmeteke mezin bi aramiya deverê dike
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro beşdariya komcivîna aştî û ewlekariya Rojhilata Navîn kir ku li Dihukê ev du roje didome.

Serokê herêma Kurdistanê di komcivînê de gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser rewşa giştî ya Rojhilata Navîn û diyar kir ku rewşa niha ya li Rojhilata Navîn encama şaştiyên siyasiye ku beriya niha hatine kirin. Ev kêşeyên heyî yên li Rojhilata Navîn netenê bandor li ser rewşa Rojhilata Navîn kirine belku bandor li ser rewşa cîhanê jî kirine.

Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku eqiliyeta şerxwaz û întîqamger li Rojhilata Navîn de bûne sedema çê bûna kêşeyên heyî. Mîna kêşeya DIŞIê, çê bûna DIŞIê jî encama yek ji wan şaştiyên berê ye û DIŞI bibû sedema têkçûna ewlekarî û aştiya deverê, her çend di saya hevkariyên hevpeymaniya cîhanî de yaku dijî DIŞIê hatibû damezrandin, di warê hizrî de dawî bi DIŞIê hatiye anîn lêbelê DIŞI hîn jî li ser aştî û ewlekariya deverê metirsiye.

Barzanî diyar kir ku li Îraqê de jî di şûna ku qanûn were cîhbicîh kirin, hêzên çekdarî hatin çêkirin û bihêzkirin û ev yek jî metirsiyeke mezin bo ser aştî û ewlekariya giştî çê kir.

Barzanî herwiha behsa vê yekê kir ku tiştên ku li Îraqê diqewmin yaku rewşa Îraqê, encama wan şaştiyane ku di nava 15 salên derbasbûyî de hatine kirin.

Serokê herêma Kurdistanê herwiha diyar kir ku Kurdistan bo dabîn kirina aramî û ewlekariya Îraqê amadeye hevkariya Îraqê bike.

Derbarê doza Kurd de jî Barzanî diyar kir ku doza Kurd û Kurdistanê dozeke mezine û çareser kirina vê jî vê bandoreke gelek baş li ser aştî û aramiya deverê bi giştî bike.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.