Hemdan El-Ebid: Me hevkariya DIŞI- Tirkiyê di êrişan de belge kir

dibêje navê tevahiya wan di destê me de heye
کوردستان TV
100%

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber Hemdan El-Ebid eşkere kir ku wan navên çeteyên DIŞI`ê yên ku li rex artêşa Tirk a dagirker êrişî herêmê kirine belge kirine û got binpêkirinên çeteyên Tirkiyê mîna yên DIŞI`ê ne.

Girêdayî rewşa herêmên Girê Spî û Serêkaniyê yên ku di vê dawiyê de ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkeririn cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid ji ajansa me re axivî.

El-Ebid got: "Erdogan herêmên ewle dagir kir, sivîl qetil kirin, bi hincetên ne rast da ku dagirkirina axa Sûriyê rewa bike şênî da koçberkirin. Her kesî kiryarên artêş û çeteyên wî li herêmên ku dagir kirine mîna Efrîn, Cerablus û Serêkaniyê dizanin, lê civaka navdewletî li hember wan sûcan bê deng e."

El-Ebid destnîşan kir ku binpêkirinên ku der heqê şêniyên herêmên dagirkirî de têne belgekirin li ser kesekî nayin veşartin û wiha pê de çû: "Dazgehên çapemeniyê zêdetirî sûcekê bi dîmen û wêne kişandine, mîna qetilkirina siyasetmedaran, leşkeran û lîstina bi cenazeyên wan. Weke ku çawa siyasetmedar Hevrîn Xelef û şehîd Amara kuştin."

Hemdan El-Ebid balkişand ku Tirkiyê bermahiyên DIŞI`ê yên ku ji hêla Hêzên Sûriye Demokratîk ve tune bûne tîne herêmê, niha li rex çeteyên wê şer dikin. El-Ebid anî ziman ku wan navên gelek çeteyên DIŞI`ê yên ku li herêma Girê Spî ne belge kirin di nav de koma çeteyên El-Bello, El-Aqal û Ebû Abdullah El-Turkmanî.

Anha

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.