Hijmara kuştiyan li Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye

tenê li Ciwanroyê 10 kes hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya xwepîşandanên xelkê Îranê de, heta niha hijmareke zêde xelk hatine kuştin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî xwepîşandan weke bajarên din yên Îranê didomin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku di nava sê rojan de li bajarê Ciwanro 10 kes, li Merîwanê 9 kes li Sine û Kirmaşanê 2 kes û li Kamiyaranê jî 3 welatî canê xwe ji dest dane.

Herwiha jineke Kurd jî li Tehranê canê xwe ji dest daye lê hîn jî termê vê ji malbeta vê re nehatiye radestkirin.

Her duhê Kirmaşanê jî Efsereke mezin yê Îranê ji aliyê xwepîşanderan ve hatiye kuştin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.