Partiya Kesk ya Almanî dorpêçên ser Tirkiyeyê qebûl kir

ev biryara han vê gelek bandorê li ser Tirkiyeyê bike
کوردستان TV
100%

Partiya Kesk ya Almanyayê yaku yek ji partiyên herî bihêze û di nava pergala fedratîf ya Almanyayê de li çend Eyaletan xudan desthilate, proje qanûneke gelek tund û dijwar li dijî Tirkiyeyê bi piraniya dengan qebûl kir.

Ev proje qanûna ku jiber êrîşên Tirkiyeyê yên bo ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê hatiye amadekirin, duhê bi piraniya dengan hate pejrandin.

Partiya Keskan ku li Almanyayê gelek bibandore, biryar daye daku dorpêçên abûrî li ser Erdogan û berpirsên din yên hikûmeta Tirkiyeyê werin sepandin. Firotina çekan bi Tirkiyeyê bi temamî were rawestandin û qedexekirin, rêkeftina navbera Tirkiye û Ewrûpayê ya derbarê penaberan de were hilweşandin û  hilweşandina gerentiya dabîn kirina fînansmanê ya bo wan kompaniyên Almanî yên ku li Tirkiyeyê kar dikin.

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.