Xamneyî: Lazime biryar were cîhbicîh kirin

dibêje lazime hêzên ewlekarî li ser êrîşên xwe berdewam bin
کوردستان TV
100%

Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyê di gotareke xwe de behsa xwepîşandanên li Îranê kir û ragihand ku çi dibe bila bibe lazime biryara giran kirina benzînê ji hezar toman bo 3 hezar toman were cîhbicîhkirin.

Xamneyî herwiha ferman bi hêzên çekdar yên rejîmê kiriye û gotiye: Ew kesên ku xwepîşandan dikin û êrîşî polîs, hêzên ewlekarî û dezgehên fermî dikin ne ji me ne û lazime tişta ku pêwîst be li hember wan were kirin.

Xamneyî herwiha gotiye ku dijminên şoreşê dixwazên bi wan kiriyarên xwe derb li şoreşê bidin jiber vê yekê lazime hêzên ewlekarî hişiyar bin.

Ji aliyeke din ve jî îro parlementoya Kurdistanê bo giftûgo kirin li ser giran kirin anjî giran nekirina buhaya benzînê bicive.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.