Li bajarokê Til Temir yê Rojavayê Kurdistanê, cîhadiyên ser bi artêşa Tirkiyê 16 welatiyên revandin.
Jêderekî jî HSDê ragihand, artêşa Tirkiyê û milîsên ser bi wê ve êrîşî gundên Til Temirê, ku piraniya xelkê wir mesîhî ne, kirin û 16 welatî ji gundê Erîşe revandin. Di nava wan de jin û zarok jî hene.
Bajarokê Til Temirê 35 km li başûrê rojavayê bajarê Serê Kaniyê li ser riya navdewletî M4 e, pêştir jî Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihandibû, bajarokê Til Temirê derveyî herêma operasyona wan e.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin