Li ser 4 şaredariyên din ên Bakurê Kurdistanê qeyûm hatin danîn

heta niha zêdetir ji 24 şaredarî hatine qeyûmkirin
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya prosesa dûrxistina aliyên Kurdî ji karûbarên herêmî û lawaz kirina wan di warê îdarî de, prosesa diyar kirina qeyûman bo ser şaredariyên di destê Kurdan de, dom dike.

Îro jî dîsa li ser şaredariyên navçeyên Şemrex, Stewr û Dêrika Çiyayî Mazî yên ser bi parêzgeha Mêrdînê û herwiha şaredariya Pirsûsêya ser bi Rihayê ve li Bakurê Kurdistanê qeyûm hatin danîn.

Heta niha zêdetir ji 26 şaredariyên ku di destê HDPê de bûn qeyûm bo wan hatiye diyarkirin û şaredarên wan jî hatine giritn.

Di dema hilbijartinan de Erdogan gotibû ku nabe deng bidin şaredarên HDPê lazime deng bidin şaredarên AKPê eger deng nedin AKPê vê emê qeyûm bo tevahiya şaredariyan diyar bikin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.