Duhê êwarê jiber bilind kirina buhaya benzînê, li piraniya bajarên Îranê xwepîşandanên grseyî hatin lidarxistin.
Li gor jêderên çapemeniyê, jiber bilind kirina buhayê benzînê ji hezar tomen bo 3 hezar toman, xelkê Îranê li piraniya bajarên vê welatî dest bi xwepîşandanan kirin.
Jêder behsa vê yekê dikin ku di xwepîşandanan de di navbera xwepîşander û hêzên ewlekarî de pevçûn qewmîne û di encama pevçûnan de jî çend kes hatine kuştin.
Hîn jî nediyare ka gelo vê xwepîşandan berdewam bikin anjî hikûmet buhayê benzînê kêm dike?
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin